Firma Adı İletişim Konum
ÇEKDAR ERKIRAN MORİ YAYINEVİ
Selahattin Eyyubi Mah. Turgut Özal Bulvarı Batıkent Sitesi B15 Blok No: 26/GA Bağlar / Bağlar / DİYARBAKIR / TÜRKİYE
İletişim: +905056295336
Web: http://www.morizarok.com/
Salon: 2
Stant: 230A
Ürün Grupları
  • Egitimmateryalleri
  • Cocuk ve genclik yayinlari

Firma ile ilgili açıklama bilgisi bulunmamaktadır.

30 Çîrok 30 Şevçocuk hikayeleri
ÜRÜN AÇIKLAMASI:

İçinde 30 hikaye olan ödüllü kitap.

SETA PÊŞDIBISTANÊEğitim seti
ÜRÜN AÇIKLAMASI:

SETA PÊŞDIBISTANÊ- 8 PIRTÛK SOLÎN û DARÎN Ji bo perwerdeya zarokan hatiye amadekirin. Her pirtûk ji bo mehekê tê bikaranîn. Di naveroka wê de çand û folklora kurdî, rojên taybet, reng, deng, têgih, labîrent, rêzereng, boyaxkirin, matematîk, xweza û ekolojî, ceribandin, perwerde, şiklên geometrîk, fêrbûna dengan û gelek tiştên din di naveroka setê de cî girtine. Amadekar Mem Bawer Ridvan Polat Lijneya Şêwirmendan Aynur Yüce (Mamosteya Pêşdibistanê) Elîxan Bozan (Psîkolog) Gulbeyaz Bozan (Psîkolog) Emîne Barba (Psîkolog) Redaksiyon Serwet Denîz

30 ÇÎROK 30 ŞEVÖykü
ÜRÜN AÇIKLAMASI:

30 ÇÎROK 30 ŞEV Mojgan Şêxî, nivîskar û wergêra wêjeya zarokan a zimanê farisî ye. Wê di 30 sal xebata xwe ya wêjeyî de, zêdetirî 350 pirtûk nivîsîne û wergerandine. Lîsansa wê ya wergêrîya zimanê Ingilîzî heye û ji Holandayê bawernameya xwe ya zimanê Holandî jî standiye. Pirtûkên wê li xelatên qelem û pirtûk ên cur bi cur, bi dehan xelat standine û ji ser hin pirtûkên wê fîlm û anîmasyon hatine çêkirin û ew jî xelat standine. Pirtûka 365 Çîrok Bo Şevên Salê yek ji berhemên binav û binirx a Mojgan Şêxî ye ku li destpêkê bi sernavê 30 çîrok 30 şev û weke 12 cîldan çap bûye. Pirtûka 30 çîrok 30 şev di sala 2008 an de weke pirtûka salê ya Îranê hatiye hilbijartin û xelat wergirtiye. Xelata Pirtûka Salê Ya Cumhûriya Îslamî Ya Îranê xelateke nîvdewletî ye ku her sal ji alîyê mala pirtûkan a Îranê ve tê pêşkeşkirin. Ev xelat ji bo beşên cur bi cur ên weke felsefe, derûnnasî, ol, zanistên civakî, ziman, huner, wêje, dîrok û erdnîgarîyê pêşkêş dibe. Ev pirtûka li ber destê we cîlda wê ya ewil e.

Pîre û LuyeÖykü
ÜRÜN AÇIKLAMASI:

Na sanika kirmancan (zazayan) reyna hetê Dr. Mehemed Malmîsanijî ra ameye nuştene. Weşanxaneyê Morî zî bi xêzanê nêwîyan na sanike çap kerde. Wa wendoxê xo zafî bê.

ARYA Li DibistanêÖykü
ÜRÜN AÇIKLAMASI:

Arya pir ji dibistana xwe hez dike û bi kêfxweşî diçe dibistanê û herwiha mamosteyê wê jî wisa. Lê ji nişka ve mamosteyê wê ecêb tevdigere. Berê tiştên zanistî digot û şagirt hişyar dikirin, ji bo ku bê deng bin. Lê niha gotinan tevlihev dike, şaş dibe û ji bîr dike ku spartekan bide. Gelo dibe ku sedem ew be ku mamoste di demên dawîn de nameyên ecêb digire? Di demên dawîn de li ser maseya wî hinek nameyên ecêb hene. Arya û hevalên wê ji xwe bawer in ku hinek kes zextan li mamoste dikin. Bêguman dixwazin alîkarîya mamosteyê xwe bikin û hewl didin bi pîlanekê kesê sûcdar derxin holê. Arya li dibistanê« ku Timo Parvela nivîsiye, Rêzepirtûkeke nû ya ji bo destpêka dibistanê ye. Bi wergera: Siyamed Sîpan Medî Wêne: Sabine Wilharm

Pêvzeloq-PuzzleSticker
ÜRÜN AÇIKLAMASI:

EJDERHA Pirtûka me ya pêvzeloqan (Sticker) çap bû. Têra xwe bi ejderhayan re bilîzin û daxwazên wan li ser rûpelan bizeliqînin. Nivîskar: Sabine Sauter Ji Almanî: Mustafa Polat Pîvan: 19X27 cm Rûpel: 24 Naverok: Pêvzelok (STİCKER) Berg: Amerikan Bristol Temen: 3+

Pêvzeloq-Hespokên BiqiloçSticker
ÜRÜN AÇIKLAMASI:

HESPOKÊN BIQILOÇ Pirtûka me ya pêvzeloqan (Stîcker) çap bû. Têra xwe bi hespokan re bilîzin û daxwazên wan li ser rûpelan bizeliqînin. Nivîskar: Sabine Sauter Ji Almanî: Mustafa Polat Pîvan: 19X27 cm Rûpel: 24 Naverok: Pêvzelok (STİCKER) Berg: Amerikan Bristol Temen: 3+

Du Kulîyên BerfêÖykü
ÜRÜN AÇIKLAMASI:

Hîwa QADIR Ji Soranî bo Kurmancî: Mazlûm Doxan Nîgar: @ahmedbiri DU KULÎYÊN BERFÊ Rêya du kuliyên berfê li asîmanê Swêdê digihe hevdu. Kuliyê berfê yê ku ji ava welatê kurdan fûriyaye xwe li asîmanê welatekî biyani dibîne. Paşê bi rêya alîkariya kulîyê din ji xwe re hevalekê dibîne. Ew hevala ku bi navê Ketan ya keça kurd. Kuliya berfê û keçik li ber paceya mala wê bi kurmancî dipeyivin û dikevin nava sohbeteke xweş û şîrîn. Hîwa Qadir ji bo zarokan çîrokeke gewre ya fantastîk nivîsiye. Em di wê baweriyê de ne, zarokên me dê jê gelekî hez bikin.

MÎRO- Seta PêşdibistanêÖykü
ÜRÜN AÇIKLAMASI:

MÎRO Mem Bawer Seta Mîro, ji bo perwerdeya zarokên pêşdibistanê hatiye amadekirin. Di her pirtûkekê de gava ku mijar tê vegotin, bi awayekî din hin têgih, reng, şikl, reqam, çand, pîşe, stran jî di nava çîrokan de tên vegotin. Pirtûka newrozê bi awayekî helbestkî hatiye vegotin

LORÎN- Kartên DîtbarîEğitim seti
ÜRÜN AÇIKLAMASI:

LORÎN & KARTÊN DÎTBARÎ Kartên Perwerdeyê ji alîyê ROJDA ŞÜKRAN KARAŞ ve hatiye amadekirin. PEYVÊN DESTPÊKA AXAFTINÊ Di nava vê qutîyê da 352 flash kart hene. Ev kart bi taybetî ji bo perwerdeya zarokên 0-3 salî hatine amadekirin. Ji bo fêrbûna zimanî dibin alîkar. Peyvên axaftinê yên jîyana rojane di bin banê 18 kategorîyan de hatine civandin. Di pêşîya van kartan de wêne hene. Li paş jî navê wêne hatine nivîsîn. Hemû kart li gorî kategorîya xwe bi hejmaran hatine rêzkirin. Ev kartên perwerdeyê bi her du zaravayên me bi Kurmancî û Zazakî (Kirmanckî) hatine amadekirin. Nivîsa kurmancî bi rengê reş ya zazakî bi rengê sor hatiye nivîsîn.

Firmanın kayıtlı temsilcilik bilgisi bulunmamaktadır.

Firmanın kayıtlı marka bilgisi bulunmamaktadır.